Dema ser û simbêl reş bû
Dilê me bi dinê xweş bû
Dilxweşiyên bi kêyf û coş bû
Kêyfa xweşî ji nav dila
Kesê ku ciwan û xort e
Xwedî meth û zirt û fort e
Welew xîzan be wek lord e
Her wek rima wî ser mila
Rih û simbêl serê spî
Qermûçek ketne dest û pî
Ji me re dibê nexapî
Bi vê dinya vippîvala
Porê reş çû spî gihîşt
Jiyanê de tu tehm nehişt
Bû wextê êşa qam û pişt
Hat wextê dar û kopala
Rih li erçen spî dike
Dibê were bang jî dike
Rêwîtî hat dest pê dike
Rêwiyê cem bav û kala
Dema porê xwe spî kir
Weke çiyan berfê lê kir
Ciwaniyê, zû koç bar kir
Xatir xwest û got êy wela
Li nefs û hirsê nerêne
Bi nefsê re bike qirêne
Carek li 'eynê birêne
Bûyî wek kewara vala
Serê spî her dibêje
Ev dinyaya ha qirêje
Wî ji hişê xwe bavêje
Ji bo wî mebe mendbela = mûbtela
Bêhişo ev dinê xan e
Xwe hesab ke wek mêvan e
Me tê de hew kon vedane
Ev yek ne karê bi eqla
Ser spî bû nema xweşî
Wek berê êdî nameşî
Her dem wê derek biêşî
Tu were diyarî qîla
Xwarina bi rûn, goştê nazik
Nikarî têr bixwî tirşik
Wê sancor bikevî aşik = mîde
Ji ber êşê, nal û nala
Serê spî têxe bîran
Nexweşanî 'eyb û 'aran
Wextê guhartina waran
Xwezî ne bi wî destvala
Zaro bêjin ; rûnê li xanî
Qey hat bîra te ciwanî
Tu qet vî şûxlî nizanî
Bapîro tu bûyî bela !..
Serê spî bi rûmet e
Xwe nas bikî pir qîmet e
Li dinya hem li axret e
Civata de li nav gela
Pergala dinyayê ev e
Jiyan hebkî tevlîhev e
Yek radibe yek dikeve
Car li ser text, car nav sola
Ebdulah xwe neêşîne
Dinya qada şahî û şîn e
Herkes derdê xwe dikşîne
Li her derî hewlilwela
Ez hêjar Ebdulah Celan
Dinvîsim li ser ehwalan
Temen çûye heftê salan
Reb me nexî ser kopala
Nîşe ; Bi hêviya xwendineke bi hûrgilî û parvekirinê